Netanyahû berteka tund ji radestkirina termê sas re nîsan da: Wê Hemas bihayê giran be!

21 February 2025 17:32 0 dîtin
Netanyahû berteka tund ji radestkirina termê sas re nîsan da: Wê Hemas bihayê giran be!

PeyamaKurd - Hemasê di çarçoveya agirbestê de îdîa kir ku termê Shiri Bibas û zarokên wê Ariel (4 salî) û Kfir (10 mehî) radestî Xaça Sor kiriye. Lê Artêşa Îsraîlê ragihand ku term ne yê Shiri Bibas e.

Di çarçoveya agirbestê de Hamas û Îsraîl dîlan diguherin. Heta niha bi navbeynkariya Qeter û Misrê 7 caran dîl hatine guhertin. Li gorî lihevkirinê, ji bo her dîlekî Îsraîlî 3 dîlên Filistînî têne berdan.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî gef li Hemasê xwar û got ku dê Hemas ji bo şandina termê çewt bihayê giran bide, ji ber Hemasê di şûna Shiri Bibas de termê jineke Filistînî şandiye.

Li aliyê din Hemasê diyar kir ku ew li ser mijarê lêkolînê dikin û encamê dê ragihînin. Hemas mikur hat ku dibe term di encama bombardimana Îsraîlê de tevlihev bûbin.

Herwiha Hemasê navê 6 dîlên Îsraîlî yên sibe têne berdan jî eşkere kir. Li gorî wê; Eliya Cohen, Omer Shem-Tov, Omer Wenkert, Tal Shoham, Avera Mengistu û Hisham al-Sayed wê bêne berdan.

Hate ragihandin ku sibe Îsraîl jî sibe 800 girtiyên Filîstînî berdide.