Netanyahû: Qonaxa tund a ser li nêzîk bidawî dibe

24 June 2024 18:22 0 dîtin
Netanyahû: Qonaxa tund a ser li nêzîk bidawî dibe

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ragihand, qonaxa tund a şer li Şerîda Xezeyê dibe ku di demek nêzîk de bi dawî bibe.
Netanyahu got ku li dijî egera şerê topyekûn bi Hizbullahê re ew alîgirê çareseriyeke dîplomatîk e, lê ji bo îhtîmala ku ev yek pêk neyê xwe amade dikin.

Netanyahu anî ziman ku şer dê berdewam be heta ku Hemas bi temamî ji herêmê were derxistin û wiha pê de çû: “Piştî ku qonaxa giran bi dawî bû, dê derfeta me hebe ku em hin hêzan ber bi bakur ve veguhezînin û em ê vê yekê bikin.”

Hêjayî gotinê ye, li aliyê din pevçûnên di navbera Hizbullah û Îsraîlê de jî ji destpêka şerê Xezeyê ve berdewam dikin ku Netanyahu daye zanîn, bi zêdekirina leşkeran li bakur, gundiyên Îsraîlê dikarin vegerin malên xwe.