Silêmanî | 'Qonaxa metirsîdar bidawî dibe, emê di demeke nêzîk de bi ser bikevin'

29 March 2020 12:12 0 dîtin
Silêmanî | 'Qonaxa metirsîdar bidawî dibe, emê di demeke nêzîk de bi ser bikevin'

PeyamaKurd - Qeymeqamtiya Navendî ya Silêmaniyê ragihand ku ew qonaxa metirsîdar a belavbûna vîrusa koronayê derbas dikin û di demeke nêzîk de li hember wê nexweşînê bi ser dikevin.

Qeymeqamtiya Navendî ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê xwest ku welatî di pabendbûna rênmayên xweparastina ji vîrusa korona de berdewam bin û wiha got:

“Qonaxa metirsîdar a belavbûna Korona bidawî dibe û di çend hefteyên bê de, ji serkeftina biser Korona ve nêzîk dibin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ev ji Herêma Kurdistanê re demeke dîrokî ye, daxwazê ji welatiyan dikin, xwe bigirin ji ber ku rojên dijwar derbas dikin û di çend rojên bê de li malên xwe bimînin, ta dema metirsiya Korona kêm dibe. Bi hewla hemûyan biser Korona dikevin.  

Rêvebirê Tenduristiya Silêmaniyê Sebah Hewramî doh 28ê Adarê gotibû, heger welatî pabendî rênimayan bibin, piştî 15ê Nîsanê dikevin qonaxeke baş.

Heta niha 125 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa korona ketine, 2 kesan can daye û 53 kes jî bi temamî baş bûne û vegeriyane malên xwe.