Dengdana hilbijartinên Parlamentoya Ewropa bidawî dibe: Rastgir bihêz bûne

09 June 2024 15:06 0 dîtin
Dengdana hilbijartinên Parlamentoya Ewropa bidawî dibe: Rastgir bihêz bûne

PeyamaKurd – Hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê li 27 welatên YEyê 3 roj in berdewam dikin. Dengdan îro 9ê Hezîranê Fransa, Almanya û Îtalya bidawî dibe. 7 Kurdên welatiyên Ewropayê jî xwe kirine namzedê parlamentoyê.

Li Hollanda, Îrlanda, Letonya, Malta, Slovakya û Komara Çek pêvajoya dengdanê ya 6ê Hezîranê dest pê kiribû û bidawî bûbû.

Di hilbijartinan de 27 welatên Ewropayê prlamentoya ku ji 720 kursiyan pêk tê hildibijêrin.

Li gorî medya ewropî, di hilbijartinan de, rastgirên tund li nava Ewropa rêjeya dengê xwe zêde kirin e.

Rapirsiyên beriya hilbijartinê nîşan dabûn ku ciwan ber bi partiyên rastirên tund ve diçin.

Herî dawî doh jî êrîşek li dijî Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederîksen pêk hat ku ev metirsiya pêla tundiyê nîşan dide.