Ji ÎYÎ Partiyê berteka biwerîs: “Heta pê li termê me nekin, nikare bê vê meclîsê”

23 October 2024 15:03 0 dîtin
Ji ÎYÎ Partiyê berteka biwerîs: “Heta pê li termê me nekin, nikare bê vê meclîsê”

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Mûsavat Dervîşoglu di civîna koma partiya xwe de ya li Meclisê der barê rojevê da axivî.

Dervîşoglu, bal kişand ser axaftineke Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ku di sala 2007an de ji serokwezîrê wê demê Erdogan re di mîtînga xwe de anîbû ziman û behsa ‘îdamkirina Ocalan’ û avêtina wî ya werîs a ji kursiyê kiribû.

 Wî li ser wê axaftina Bahçelî wiha got: “Heta ku ew serekê kujeran pê li termê neke, nikare bê meclîsê.”

Çend xalên ji axaftina Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Mûsavat Dervîşoglu wiha ne:

“Mixabin; ‘senaryoya herî xirab’ ku min demeke dirêj pêşbîniya wê dikir û hişyarî da û li vir bi tenê berî hefteyekê hişyariya wê da, ketiye meriyetê; eniya lihevhatina ne-neteweyî ji aliyê rêvebir û kadroyên rêvebiriya partiyên AK Partî-MHP-CHP-DEMê ve pêk hatiye. Pêvajoya ku bi bangên asayîbûnê ve dest pê kir û bi cesareta ku bi awayekî bêexlaqî xisletên damezrîner ên Komara Tirkiyeyê bipirse berdewam kir, ji duh ve qatilên Îmralî û Qendîlê bi awayekî eşkere li dijî hebûna neteweya mezin a tirk şer îlan kiriye

Ji bo ku Tayyîp Erdogan careke din bibe namzedê serokkomariyê, em nikarin tehemilî heqareta li nirxên em pê bawer bikin û dest bi îxanetê bikin. Desthilatdariya ku Komara Tirkiyeyê bi rê ve dibe, bi hemû desthilatdarî û berpirsyariyên xwe ve ev demeke dirêj e ku dev ji erka parastina can, mal, pak û namûsa gel berdaye.

Bi vê rewşê tê xwestin ku felsefeya damezrandina komarê, ango neteweperestiya tirk were hilweşandin, wekî din îzahatek bo wê nayê dîtin. ‘Terorîstê kujerê pitikan divê were meclîsê, di civîna koma DEMê de biaxive û diyar bike ku teror bi dawî bûye.’ Ev der meclîsa Mustafa Kemal Ataturk e, ev der cihê ku Komara Tirkiyeyê lê ava bûye, yekane diyardeya serweriya neteweyî ye. Ew sûcdar heta pê li termên me neke nikare bikeve vê meclîsê.”