Netanyahu: Me bi êrîsên ku qet xeyal nedikir li Hizbullahê xist!

23 September 2024 11:07 0 dîtin
Netanyahu: Me bi êrîsên ku qet xeyal nedikir li Hizbullahê xist!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniya xwe ya piştî êrîşên li ser Lubnanê de wiha got: "Di van çend rojên borî de me bi zincîre êrîşên ku Hizbullahê xeyal nedikir lêxist."

Di dema ku êrîşên hevdu yên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de berdewam dikin, Binyamîn Netanyahu derbarê êrîşên ku di van demên dawî de li Lubnanê bi dehan kes hatin kuştin, daxuyanî da.

Netanyahu di daxuyaniya xwe ya vîdeoyê de wiha got: "Di van çend rojên borî de me bi zincîre êrîşên xeyal nedikir li Hizbullahê xist."

Netanyahu diyar kir ku wan bi van êrîşan re ji Hîzbullahê re peyam şandine û got, “Eger Hîzbullah peyam negirt, ez soz didim we, wê peyamê bigire. Em pabend in ku niştecihên xwe yên bakur koçber bi silametî vegerin malên xwe. Tu welat nikare êrîşên bi roketan li ser niştecih û bajarên xwe de qebûl bikin. Dewleta Îsraîl nikare vê yekê tehemûl bike.”

Wî herwiha tekez kir ku "Îsraîl ji bo vegerandina ewlehiyê wê her tiştî bike."