Netanyahû: Wê bi bersiva me Rojhilata Navîn bi temamî biguherîne!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahî, îro 9ê Cotmehê duşemê, derbarê bersiva Îsraîlê ya bo êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmehê de ku bi sedan sivîl hatin kuştin, daxuyanyeke nû belav kir.
Li gorî ragihandina Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê Netanyahû ragihand ku dê bersiva wan a êrîşên dawî yên Hemasê Rojhilata Navîn bi temamî biguherîne.
Netanyahû got: "Wê bersiva me ya bo Hemasê, Rojhilata Navîn bi temamî biguherîne. Wê tiştên bên serê Hemasê pir tirsnak bin.”
Ev daxuyaniya Netanyahû dema bi şaredarên sînorên başûrê Îsraîlê re hevdîtin kir hate belavkirin û hûrgiliyên zêdetir nehatin dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin