Netenyahu bersiva Erdogan da: “Te gundên welatê xwe bombebaran kir.”

16 November 2023 01:43 0 dîtin
Netenyahu bersiva Erdogan da: “Te gundên welatê xwe bombebaran kir.”

PeyamaKurd – Malpera dîjîtal Daily Islamist di ser hesabê xwe yê Xê de, bersiva serokwezîrê Îsraîlê yê Netenyahu ku da serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan, belav kir. Li gor malperê Netenyahu gotiye:

“Erdoğan ji me re dibêje terorîst lê ew bi xwe rêxistina terorîst Hamasê destek dike. Yê dersa exlaqê dide me, gundên welatê xwe bombebaran kir. Erdoğan ew kese ku dikare herî dawiyê di mijara mafên mirovan de biaxife.”