Netenyahu: Li dijî Hûsiyan em dê dest bi operasyonekî bihêz bikin

23 December 2024 13:21 0 dîtin
Netenyahu: Li dijî Hûsiyan em dê dest bi operasyonekî bihêz bikin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu di civîna kabîneya ewlehiya Îsraîlê ya li bajarê Safîd a li bakurê welatê xwe de peyameke vîdeoyî belav kir û gef li Husiyên Yemenê xwar û ragihand, wek çawa dijî hêzên bi wekalet ên Îranê li herêmê dest bi operasyonan kirine, bi heman awayî dê dijî Husiyan jî operasyonê bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu got: ‘’Welatên din jî wekî me û Amerîkayê, Husiyan wek metirsiya li ser pêkhateya cîhanê dibînin, ne tenê wek gefekê bo ser veguhestinên navnetewî yên behrê.’’

Netenyahu amaje bi wê yeke jî kir ku Husî ‘’baskê dawiyê yên şerê Îranê ne’’ û gef xwar ku ew bi awayekî tund dê bên fêrkirin ku her kesê ziyanê bigehîne Îsraîlê dê berdêleke giran bide.