Netenyahu teklîfa Hamasê ya agirbesê red kir
PeyamaKurd – Hamasê pêşniyar kiribû ku Îsraîl di nav 45 rojan de wê esîran bi hev biguhêrin û agirbesê ragihînin. Lê Netenyahu agirbesê red kir û di ser de ragihand ku Îsraîl fermanê daye da artêş xwe amade bike ku êrîşê ser Rafahê bike.
Netenyahu got ku wê bi ser bikevin lê ne di nav salan de, di nava mehan de dê biser bikevin. Ji bilî serkeftinê rê nemaye û wê artêşa Îsraîlê li Xezzayê daîma aktif be. Netenyahu her weha got ku daxwazên Hamasê ne yên rastteqîne ne.
Netenyahu ragihandina xwe piştî bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi Blinken re kir, da. Netenyahu weha got:
“Daxwazên Hamasê yên rast nînin. Ji bo em esîran paşde bînin tekane rê ew e ku em zorê bidin Hamasê. Eger em daxwazên Hamasê qebûl bikin, wê esîran serbest bernedin. Em nêzî serkeftinê ne. Wê serkeftin bi xwe re di Rojhilata Navîn de tiştên din bi xwe bîne. Divê Xezza ji çekan safî bibe.
Em gelek nêz bûne ku hêza leşkerî ya Hamasê ji ortê rakin. Ne raste ku Hamas li bakûrê Xezzayê desthilatê xistiye destê xwe. Em li serê dixebitn bê piştî Hamas li Xezzayê biqede, em ê rêvebiriyekî çawa deynin wê derê.
Di mijara esîran de me ti sozekî nedaye û muzakere dewam dikin.”
Li gor teklîfa Hamasê; di asta yekem de wê di nav 45 rojan de temamê esîrên Fîlîstînî yên di zîndanên Îsraîlê de, jin û zarokan serbest berdin. Li hemberê wê dê Hamas zilamên Îsrîlê yên di bin 19 salî de, extiyar û nexweşan serbest berde. Wê Îsraîl ji wan deverên ku xelk lê zêdeye, leşkerên xwe vekişîne.
Di asta duyê de wê operasyon rawestin Îsraîl û ji Xezzayê vekişe. Di asta sêyem de wê cesed û bermayên cesedan bi hev biguhêrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin