Neteweyên Hevgirtî: Li Amerîkayê di 2017an de 464 hezar kes hatin kustin
PeyamaKurd- Li gor rêjeya rapora Neteweyên Hevgirtî; di sala 2017an de li Amerîkayê bi sedemên cûr bi cûr 464 hezar kes mirin. Di dinyayê de cînayetên herî zêde li Amerîkayê ne û li gor dewletên dinan kuştinên ku li Amerîkayê tên kirin di tevahiya dinyayê de %17.2 ye.
Rapora Neteweyên Hevgirtî li payîtexta Awûstûryayê li Viyanayê ji aliyê ofîsa maddeyên hişber û sûcan ya bi navê UNODC de hat belavkirin. Rapor bi navê “Rapora kuştiyên kureyî ya sala 2019an” hat belavkirin. Di 25 salên herî dawiyê de her diçe jimara kuştiyên li Amerîkayê zêde dibe. Di sala 1992an de jimara kuştiyên li Amerîkayê 395 hezar û 542 kes bûn û her diçe jimare zêdetir dibe.
Di raporê de qiyasa qit’ayan tê kirin ku ev nisbet %17.2 li Amerîkayê, li Afrîkayê %13 ye. Li Awrûpa û Asyayê ev nisbet %3 ye. Kuştiyên di raporê de %81 ê wan zilamin û kujer jî %90 zilamin. Grûba temenê wan 15-29 zêdetirin. Piraniya jinên ku tên kuştin bi zêdayî ji şiddeta mnava malbatê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin