Neteweyên Yekbûyî banga avakirina hikûmeta nû kir

25 July 2021 09:34 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî banga avakirina hikûmeta nû kir

PeyamaKurd – Piştî ku Seîd Herîrî ji avakirina hikûmeta nû ya Lubnanê vekişiya, krîza siyasî ya li Lubnanê dîsa kûr bû, boriya welat jî ber bi têkçûnê ve çû û xwepêşandan jî car bi car berdewam dikin. Neteweyên Yekbûyî li ser valahiya siyasî ya Lubnanê bang li aliyên siyasî kir ku hikûmeta nû ava bikin.

Cîgirê berdevê sekreterê giştî yê NY Ferhan Heq ragihand: "Di civîna şêwirên girtî yên Encûmena Asayîşa Navdewletî de ku roja pêncşemê hate lidarxistin û tê de wekîlê sekreterê giştî yê oparasyonên parastina aştiyê Jean-Pierre Lacroix amade bû, NYyê li ser navê kordînatora navneteweyî ya taybet bo Lubnanê Guanauronica bang li Lubnanê kir ku hikumetekê ava bike."

Heq di civîna rojnamevanî de ku li navneda rêxistina navneteweyî ya li New Yorkê li dar xist diyar kir: "Guanauronica îşaret pê kir ku li welat astengiyên civakî, aborî, darayî û siyasî hene û bandorê li welatiyan dike. Herwiha careke din banga avakirina hikumetê ya bi tevahîya erkan kir da ku welat ber bi rêya rast ve bibe."

Heq destnîşan kir, wê wekîlê sekreterê giştî yê oparasyonên parastina aştiyê Lacroix ji 25ê Tîrmehê heta 30yê Tîrmehê serdana Rojhilata Navîn bike.

Heq ragihand, "Lacroix wê bi serdana Lubnan û Îsraîlê gelek civînan bi berpirsên hikumetê û xwediyên berjewendiyên sereke re li dar bixe, da ku oparasyonên hêzên parastina aştiya navnetnetewî li başûrê Lubnanê (UNIFIL) nîqaş bike."

Seîd El-Herîrî yê ku beriya 9 mehan ji bo avakirina hikumetê hatibû erkadarkirin, beriya du hefteyan lêborîn xwest.

Di encama nakokiya navbera Mîşêl Ewn û El-Herîrî de hikumeta Lubnanê ya bi serokatiya Hesan Diyab nehatibû avakirin. Diyab 10ê Tebaxa 2020an piştî teqîna li bendera Beyrûtê ku di encamê de zêdetirî 200 welatî miribûn îstifa kiribû.