Neteweyên Yekbûyî banga rawestandina ser kir

22 May 2020 21:04 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî banga rawestandina ser kir

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser şerê berdewam ê vê dawiyê li Libyayê di navbera aliyê hêzên Artêşa Niştîmanî (Hefter) û hikûmeta Wîfaq a Fayez Serac de, bi daxuyaniyekê hişyarî da herdu aliyan.

Şanda NY ya Libyayê daxwaz ji aliyan kir, li gorî qanûna mafên mirovan a navneteweyî tevbigerin û li ser kiryarên tolhildanê yên ku sivîl dibin hedef hişyarî da.

Şanda NY daxwaza rawestandina şer kir û got, karên derqanûnî yên binpêkirina mafên mirovan yên wekî dizî, şewitandin û kuştinê nekin.

Şandeya NY ya piştevaniya Lîbyayê herwiha bang kir ku divê agirbesta leşkerî pêk were û aştî bi ser bikeve.

Daxuyaniya şanda piştevaniya Libya ya NY piştî dijwarbûna şerê îro 22yê Gulanê li eniya Qerebolî hat dayîn ku hêzên Wîfaqê hewl dan bajarê Terhûna yê mezintirîn cihê alîgirên Xelîfe Hefter li rojavayê Lîbyayê ye, kontrol bikin.