Neteweyên Yekbûyî ji bo Îdlibê banga agirbestekê dike
PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Idlibê pirsgirêka mirovî gihiştiye asteke metirsîdar û ji bo Îdlibê banga agirbestekê kir.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Mafên Mirovan yê NYyê Mark Lowcock da bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku pirsgirêka mirovî gihiştiye asteke metirsîdar.
Lowcockî diyar kir ku ji meha Berfanbarê vir ve 900 hezar kesên li herêma Îdlibê ji şûn û warên xwe derketine û got ku ji ber ku kamp tije ne, ew di hewaya gelekî sar de li derve dimînin.
Wî bi berdewamî da zanîn ku li dijî navendan sîvîlan êrîş li dar dikevin û teqez kir ku ji bo herêma Îdlibê ku tekane rêya bidawîkirina aloziyê, agirbest e.
Rayedarên Tirk jî dibêjin ku ji ber êrîşên hêzên hikûmeta Sûriyê bi sed hezaran kes ber bi sînorê Tirkîyê ve diçin û bang li Rûsya û Sûriyê dikin ku li gor Peymana Soçiyê tev bigerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin