Newsûd | Kolberekî zarok birîndar bû

20 February 2025 13:35 0 dîtin
Newsûd | Kolberekî zarok birîndar bû

PeyamaKurd – Hêja Şîrî yê kolberê zarok ê 17 salî ku hat ragihandin xelkê Selasa Bawecanî ye, di dema karê kolberiyê de li ser sînorê Newsûdê, ji teref çekdarên rejîma Îranê bû hedefa yekser û birîndar bû.

Raporeke ku gihaye Saziya Mafê Mirov a Hengawê, ragihand ku duh serê sibehê (19.02.2025) kolberê zarok ê xelkê Selasa Bawecanî yê bi navê Hêja Şîrî yê temen 17 salî ye di dema kolberiyê de li ser sînorê Newsûdê yê bi ser parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ji teref çekdarên rejîma Îranê bûye hedefa yekser û birîndar bûye. 

Jêderekî agadar diyar kir, guleyên çekdarên rejîmê li pişta vî kolberê zarok ketine. 

Hengaw bi amarên li ber destên xwe bi bîr tîne ku sala 2024an herî hindik kolberekî zarok hatiye kuştin, 18 kolberên zarok jî hatine birîndarkirin ku 9 ji wan li sînorên Newsûdê hatine birîndarkirin.