NH destekê dide hukumeta Bexdayê ya nû
PeyamaKurd- Nûnera Neteweyên Hevgirtî bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert di hevdîtina bi serokwezîrê hukumeta nû yê Bexdayê Mustafa Kazimî re got ku ew bo hukumranî û desthilatiya hukumeta nû li Iraqê, amade ne ku destekê bidin hukumetê û hevkariyê bikin. Qebûlkirina nûnera NH ji aliyê Kazimî de, ji aliyê baregeha çapemeniyê ya serokwezîr Kazimî de hat ragihandin. Nûnera NH ya taybet Kazimî, bi sedema wezîfeya wî ya nû pîroz kiriye.
Kazimî jî ragihandiye ku ew gelek razîne bi Neteweyên Hevgirtî re hevkariyê bikin û bi taybetî di van rojên ku Kovid-19 ê de, têkiliyên wan yên baş hebin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin