Nifûsa gistî ya Iraqê di 2022yan de 42 milyon kesan derbas kir...

04 January 2023 20:32 0 dîtin
Nifûsa gistî ya Iraqê di 2022yan de 42 milyon kesan derbas kir...

PeyamaKurd – Serjimariya dawî ya sala 2022yan a Iraqê hat eşkere kirin. Li gorî amarên Navenda Amaran a Wezareta Plandanînê ya Iraqê, di sala 2022yan de, nifûsa Iraqê 42 milyonan derbas kiriye.

Hat eşkere kirin, serjimariya Iraqê di sala 2022yan de gihîştiye 42 milon 248 hezar û 883 kesan ku li gorî sala berîtir %2,5 zêdebûn çêbûye.

Li gorî amarên fermî; %50,5ê serjimariyê mêr û %49,5 jî jin in ku di sala borî de 1,31 milyon zarok hatine dinyayê û 236 hezar û 469 kes jî mirine.

Hatiye diyarkirin ku kesên di bin temenê 15 saliyê de ji sedî 40,5ê serjimariyê, yên navbera 15-65 saliyê de jî ji sedî 56,5ê nifûsê pêk tînin ku yên temenê wan ser 65 saliyê jî ji sedî 3,1ê serjimariyê ne.