Nîqasa Îsraîl û Tirkiyê li ser Xezze û 'komkujiya' Kurdan!

02 March 2024 09:38 0 dîtin
Nîqasa Îsraîl û Tirkiyê li ser Xezze û 'komkujiya' Kurdan!
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di vekirina fermî ya Foruma Dîplomasî ya Antalyayê de daxuyanî da û got, "Tişta ku li Xezzeyê qewimî teqez ne şer e, hewla qirkirinê ye."

Katz li ser hesabê xwe yê Xê wêneyê Erdogan û Serokê Hamasê Îsmaîl Haniye parve kir û wiha got:
“Erdogan ku li Tirkiye û herêmê her tim Kurdan qetil dike, Îsraîlê bi qirkirina Xezzeyê bi zanebûn sûcdar dike. Birêz Erdogan em ne wek we ne. Em li dijî hevkarê we Hamasê ku we li Tirkiyeyê mazûvanî kir û kir ku ew komkujî û kuştinan bikin, şer dikin. Divê hûn bêdeng bin û şerm bikin!”
< > Tirkiye bertek nîşanî Îsraîlê da

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Oncu Keçelî bertek nîşanî daxuyaniya Yisrael Katz da.

Keçelî ev tişt gotin:
“Em di wê baweriyê de ne ku hemû endamên hikûmeta Îsraîlê zû yan dereng wê ji ber sûcên ku li Xezzeyê kirine berpirsyar bên dîtin. < >