Nivîsên derenceya dibistanê yên nijadperestîya Tirkî hat sermezarkirin!

13 November 2022 13:15 0 dîtin
Nivîsên derenceya dibistanê yên nijadperestîya Tirkî hat sermezarkirin!

PeyamaKurd – Li bajarê Bursa yê Tirkiyê li ser derenceyên dibistinekê, nivîsên nijadperestî yên ji bilî Tirkî ti zimanekî din qebûl nakin, hatin nivîsandin. Piştî belavbûna wêneyê ser derenceya dibistana Ramazan Okur a Bursayê, Baroya Diyarbekirê bi daxuyaniyekê ew nivîsên cudaxwazî û nijadperestiya dijî zimanên din şermezar kir.

Rêveberê Sendikaya Perwerdehiyê (Egitim-Sen) ya Bursayê Yusuf Ozmen li ser Twitterê wêneyekî derenceya dibistanekê belav kir ku tê de nivîsên wekî; “Yan Tirkî biaxive yan jî bêdeng bimîne” yên nijadperestiya bo zimanê Tirkî hatine nivîsandin.

Ozmen gotiye, ew wêneyê ser derenceyên dibistaneke li Bursayê ye ku wî girtiye û daye zanîn: “Slogana `Bi Tirkî biaxive, pir biaxive` ku di 12 Îlonê de li Girtîgeha Amedê hatibû nivîsandin hat bîra min. Li cihekî ku gelek komên etnîkî lê dijîn gotina `Yan bi Tirkî biaxive yan jî bêdeng bimîne` bi kêmanî faşîzm e.”

Li ser derenceyê, herwiha nivîsa, "Bila zimanê Tirkî di zimanê we de neçe!" hatiye nivîsandin ku bikaranîna zimanên din ên ji bilî tirkî dike armanc.

Li aliyê din Komîsyona Ziman a Baroya Amedê bi daxuyaniyekê, nivîsandina nivîsên nijadperestî li ser derenceya dibistaneke Bursayê şermezar kir.