Li Kerkûkê frokeya bêmirov a bi nivîsên Tirkî ket

29 August 2024 12:39 0 dîtin
Li Kerkûkê frokeya bêmirov a bi nivîsên Tirkî ket

PeyamaKurd - Li parêzgeha Kerkûkê ya Herêma Kurdistanê, frokeyeke bêmirov a ku nivîsên tirkî li serê nivîsandî kete xwarê.

Hate gotin ku ev froke, ya artêşa Tirkiyeyê ya vedîter e, lê belê hîn ne diyar e ka froke ji ber çi sedemê ketiye xwarê.

Şêniyên navçeya Tîsîn a Kerkûkê ji nişk ve dîtin ku amûrek agirpêketî bi lez û bez ji asîman kete ser malekê. Dîmenê ketina frokeyê bi kamerayan hat kişandin.

Piştî ketina frokeyê, li cihê froke ketî şewat derket. Tîmên agirkujiyê tafilê gihîştin cihê şewatê û agir vemirandin.

Di derbarê bûyerê de heta niha ji aliyê saziyên fermî ve tu daxuyanî nehatine dayîn.