Nivîsgeha Komîsyona Hilbijartinên Iraqê: Li Hewlêrê ti binpêkirinek nehatiye tomarkirin
PeyamaKurd - Berpirsê nivîsgeha komîsyona hilbijartinan ya Iraqê li Hewlêrê Ehmed Mazin Samerayî ragihand, heta niha li Hewlêrê ti binpêkirinek di proseya dengdanê de nehatiye tomarkirin.
Berdevkê ofîsa komîsyona hilbijartinan ya Iraqê li Hewlêrê, Ehmed Mazin Samerayî da xuyakirin, dengdan li bajarê Hewlêrê û parêzgeha Hewlêrê bi rengekî baş dimeşe. Ji bilî hinek arîşeyên biçûk mîna xirabûna cîhazên dengdanê ti arîşeyek din nehatiye pêş. Niha jî rewş normal û dengdan berdewam e.
Ehmed Mazin da zanîn ku heta niha ti binpêkirineke dengdana hilbijartinê li Hewlêrê nehatiye tomarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin