Nivîskarê Amerîkî: Mesrûr Barzanî lîderekî gelekî bihêz û zîrek e
PeyamaKurd – Nivîskarê Amerîkî Stephen Mansfield li Washingtonê ji medya Kurdistanê re axivî û pîrozî li Mesrûr Barzanî kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê ava dike.
Mansfield ji bo Mesrûr Barzanî got, “Ew siyasetmedarekî li Amerîkayê ji nêzîk ve tê zanîn e. Ez pîroziyê lê dikim. Ew wekî lîderekî bihêz, zîrek û kêrhatî tê zanîn.”
Mansfield ji K24ê re diyar kir, dê Serokwezîrtiya Mesrûr Barzanî gelek tiştan bi gelê Kurd bide qezenckirin û got, “Ji bilî min bi milyonan Amerîkî bi cenabê te serbilind in û ji bo te dia dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin