NTD: Yê bi çekê li konsulxana Îsveçê xist ne ji xelkê Sûriyê ye
PeyamaKurd – Di çapemeniya Tirkiyê de dihat gotin ku kesên bi sîlih li konsulxana Îsveçê ya Îzmîrê xistiye û jineka xebatkara konsulxanê birîndar kiriye ji xelkê Sûriyê ye. Lê di mijarê de Navenda Têkoşîna bi Dezenformasyonê re (NTD) ragihand ku mijar derewe û kesê bi çek li konsulxanê xistiye yê bi navê Z.Ö.ye û li ser nûfûsa Agiriyê qeydkiriye.
Kesê bi çekê li wezîfedara konsulxanê ya bi navê E.Y. yê xistiye, berê ji bo vîzê seredana konsulxanê kiribû lê dema vîze nedanê, bi çekê li wezîfedara konsulxanê xist û wê giran birîndar kir. E.T. niha li nexweşxanê derman dibe û hat gotin ku kesê lê xistiye ji serê xwe temam nîne. Navenda Têkoşîna bi Dezenformasyonê ya bi ser serokkomariya Tirkiyê di ser hesabê xwe yê Twitterê de di mijarê de weha got:
“Îro êrîşa ser konsulxana Îsveçê ya Îzmîrê ji aliyê Z.Ö.de ku li ser nûfûsa Agiriyê ye û serê wî ji aliyê derûnî de temam nîne. Di bûyerê de hemwelatiya me xebatkara konsulxanê E.T. birîndar bûye. Êrîşker Z.Ö. ji aliyê wezîfedarên ewlehiyê de bi çeka xwe ve hatiye girtin. Lêpirsîna edlî dewam dike. Kesê ku êrîş kiriye ser konsulxanê ne ji Sûriyê ye û ev yek rast nîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin