Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî bang li Sûriyê kir: Çekên kîmyayî biparêze

10 December 2024 11:39 0 dîtin
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî bang li Sûriyê kir: Çekên kîmyayî biparêze

PeyamaKurd – Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî bang li Sûriyê kir ku stokên xwe yên çekên kîmawî biparêze piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed.

Di daxuyaniya ku ji aliyê rêxistinê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku têkilî bi aliyên Sûriyeyê re hatine kirin û tekezî li ser pêwîstiya parastina amûr û navendên têkildarî çekên kîmyewî hate kirin.

Li gorî nûçeyên medyayê, Amerîka bi alîkariya gelek welatên din ên Rojhilata Navîn hewl dide çekên kîmyayî yên Beşar Esed bigihê aliyên nebawer.

Li aliyê din tê diyarkirin ku DYA hewl dide klor û madeyên xeternak ji holê rake û bi welatên herêmê re xebatên xwe zêde dike.