Nûnera Neteweyên Yekbûyî bûyera rêgirtina PKKê ya li Singalê sermezar kir

05 October 2021 14:20 0 dîtin
Nûnera Neteweyên Yekbûyî bûyera rêgirtina PKKê ya li Singalê sermezar kir

PeyamaKurd - Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, Jeanine Plasschaert rêgirtina li namzedên PDKê yên hilbijartinên Iraqê li Şingalê ji aliyê PKKê ve şermezar kir û got, hemû namzed azad in li her cihekî bangeşeya xwe bikin.

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê Jeanine Plasschaert li Bexdayê di civîneke rojnamevanî de derbarê rêgirtina li namzedên PDKê ji aliyê PKKê ve wiha axivî:

“Ez agahdarî wê bûyera li Şingalê me. Hemû partî azad in bangeşeya hilbijartinê bikin. Divê desthilatên li Hewlêr û Bexdayê kar ji bo asayîkirina rewşê bikin. Dizanim bangeşekirin li Iraqê ne hêsan e, lê dubare dikim ku hemû kandîd azad in li ku derê be bangeşeya xwe bikin. Ez wê bûyera rêgirtinê şermezar dikim.”

Derbarê hewlên sextekariya di hilbijartinên bê yên Iraqê de, Plasschaert got: “Hemû erk û armanca me ew e, rêgiriyê li sextekariyê bikin û bi taybet li Kerkûkê, çavdêrên Neteweyên Yekbûî her hewlekê didin ji bo serxistina proseya dengdanê. Herwiha çavdêriya hemû aliyan dikin ji bo dûr bin ji gefaxwarina li kandîd û dengdaran.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, 2yê Cotmehê, hejmarek ji çekdarên PKK/YBŞê rê li ketina Şingalê ya namzedên PDKê yên bo hilbijartinên giştî yên Iraqê girtin û nehiştin biçin li Şingalê bangeşeya hilbijartinê bikin.