Serokomarê Iraqê bi Cîgirê Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî re civiya
PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd bi Cîgirê Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Xulam Mihemed Îshaq re civiya û di civînê de tekezî li girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û daxistina dosyeya awareyan kir.
Serokomariya Iraqê bi daxuyaniyekê da zanîn, di civîneke ligel Cîgirê Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Xulam Mihemed Îshaq de, Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd dubar kiriye ku ew çaverêya karên zêdetir ji rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî dikin.
Herwiha Serokomarê Iraqê tekezî li ser girîngiya cîbicîkirina birge û maddeyên nav rêkeftina Şingalê û bilezkirin avakirina xaniyên guncaw ji bo awareyan û vegerandina wan bo cih û warên wan û daxistina dosyeya awareyan kiriye.
Herî dawî eşkere kiriye, yekalîkirina dosyeya awareyan û başkirina rewşa wan a jiyanê, li pêşîneya karên wan e û destnîşan kiriye, vegerandina awareyan ji bo navçeyên wan, pêwîstiya wê bi hewla cidî û bilez a hemû aliyan heye, ji ber ku ew navçe karesatbar in û ji hemû xizmetguzariyan bêpar mane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin