Mîlîsyayên Iraqê çend car in gefê li Nûnera Taybet a Netewên Yekgirtî dixwin
PeyamaKurd – Mîlîşyayên Iraqê, piştî hilbijartinên Iraqê çend car in gefê li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert dixwin. Berdevkê Mîlîşyaya Asayib Ehlulheq Mehmûd Rubayî li ser twittera xwe diyar kir: “Vê jina derew li Lêvegerê Bilind kirin, ne cihê matmayînê ye ku derewan li Netewên Yekgirtî jî bike.”
Mehmûd Rubayî da zanîn, Jeanine Plasschaert dike ku tu agahdariya wê ji sextekariya di hilbijartinan de tune ye.
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert, do gotarek li pêş Encûmena Asayişa Navdewletî pêşkêş kir û hilbijartinên 10ê Cotmehê bi pak bi nav kir.
Di çend rojên derbasbûyî de Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Iraqê Husên El-Hemîdawî, peyameke gefxwarinê ji Plaskhart re şandibû û eşkere kiribû: “Peyama me ji dewlet û rêxistinên ku rewş gihandine vê astê û sextekarî di hilbijartinan de kirine re ye, hêviya we ya dûrxistina komeke bibandor û vêxistina şerekî navxwe wê têk biçe. Eger şerekî navxwe rû bide, wê wan ber her kesî din bişewitîne, di serî de Amerîka, Îsraîl û Siûdiye. Yan her kes wê ji ewlekarî û xweşiyê sûdê werbigirin, an jî her kes wê ji wan bêpar bimînin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin