Nûnera NY ya Iraqê ya taybet bi Kurdî, Erebî û îngîlîzî xatira xwe ji, Iraqiyan xwest

28 May 2024 23:23 0 dîtin
Nûnera NY ya Iraqê ya taybet bi Kurdî, Erebî û îngîlîzî xatira xwe ji, Iraqiyan xwest

PeyamaKurd – Nûnera taybet ya sekreterê giştî ya Neteweyên Yekgirtî bi sedema wezîfa wê ya li Iraqê bi dawî bû, xatira xwe xwest. Nûner Jeanine Hennis-Plasschaert, bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngîlîzî peyama xwe da. Jeanine Hennis-Plasschaert, ji bo temamê xebatkarên ku bi wê re xebitîne û ji temamê Kurdistanî û Iraqiyan xatira xwe xwest û got:

“Di nav 5 salên ku ez li vê derê xebitîm, xelkekî dev ji rihetiya xwe berda û bê zeman bide ber çavê xwe, ji bo biyaniyan wan pêşwazî kirin û alîkariya wan kirin. Ev destek, mêvanperwerî û comerdiya xelkê bandorekî mezin li min kir.”

Plasschaert, got ku dîroka jin û zilamên vî welatî guhdarî kiriye û ji wan gelek tiştan hîn kiriye. Tevî ku bi xahmetiyan re rû bi rû mane jî, xweşbîniya wan dewam dike.

Plasschaert got ku xelkê Kurdistanê di nav de li seranserê welat, ji her temenî mirov gelek caran hêvî û xweziyên xwe jê re gotine û pê re parvekirine.

Daxwuyaniya nûnera NY gelek dirêje û di dawiya peyama xwe de gotiye: “Her bijî Iraq.”