Hizbullahê nûnera taybet ya NY ya Iraqê Plasschaertê  tehdîd dike

20 November 2021 19:47 0 dîtin
Hizbullahê nûnera taybet ya NY ya Iraqê Plasschaertê  tehdîd dike

PeyamaKurd – Piştî civîna Yekîtiya Hevkariya Şîayên Ereb, fermandarê giştî yê Hîzbûllaha Iraqê Ebu Huseyin Humedawi, nûnera taybet ya NY ya ji bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaertê tehdîd kir û got eger di herêmê de şerekî navxweyî derê ew sebebe.

Humedawî aşkera Jeanine Hennis-Plasschaertê hedef nîşan da û got Îsraîl, Amerîka û Erebistana Si’ûdî wê bi cepheyekî hevpar êrîşê Iraqê bike. Lîderê Hîzbûllahê got ku ew di mijara rewşa Iraqê de xwediyê agahiyên hurin û dizanin wexta bixwazin, baş zanin çawa dikarin otorîteya NY bihejînin.