Nûnerê NY Pedersen û Lavrov rewsa dawî ya krîza Sûriyê gotûbêj kirin

23 July 2021 20:43 0 dîtin
Nûnerê NY Pedersen û Lavrov rewsa dawî ya krîza Sûriyê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Sûriyê Geir Pedersen û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê li ser rewşa Sûriyê civiyan.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê diyar kir, seredana Pedersen firsendek baş e ji bo pevguhertina nirxandinan, nêrînan, û dîtina riya pêş, nemaze ku civîna bê ya Komîteya Destûrî dê zû were sazkirin.

Lavrov li ser biryara dirêjkirina derbaskirina alîkariyê mirovî jî got: “Biryar bi zelalî dibêje divê alîkariyên mirovî bi rêya hêlan ve bên gihandin, û di heman biryarê de projeyên taybet bi armanca vegerandina elektrîkê, dabînkirina avê, dezgeha tenduristî, dibistanê peyda dike.”

Lavrov derbarê biryarnameya derbarê nexşerêyê de ku sala 2015 hatibû pejirandin, diyar kir, “Ji bilî vê yekê peywirek pir zelal heye ji bo 2254 ji bo sekreterê giştî ne tenê ji bo ku hemû wan tiştan bike lê bi rêkûpêk ragihîne ka çawa ev proje têne bicihkirin.”

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen jî got, ji bo proseya çareseriya siyasî li Sûriyê, divê lihevtêgihiştineke di warê mirovî de çê bibe, û Rûsya jî piştgiriya karê wî bike.

Geir Pedersen girîngiya biryarnameya di warê alîkariyên mirovî de anî ziman û got, “Nabe ew biryaname pêwîstiya pêşdebirina çareseriyek siyasî bixe bin siya xwe.”

Pedersen ji Lavrov re got, “Çawa ku min di roja pejirandina vê biryarnameyê de got, ez hêvî dikim ku têgihiştina hevbeş a ku me di derbarê pirsgirêkên mirovatî de kirî, dikare bibe sedema yekîtiyeke bêtir, dema dor tê ser pirsgirêkên siyasî.”

Pedersen diyar kir, “Ji ber ku divê em piştrast bin ku em ne tenê em pirsgirêkên mirovî didin ber lêpirsînê, di heman demê de behsa hemû pirsgirêkan jî tê kirin.”

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê herwiha pêşniyar kir ku hemû aliyên peywendîdar bi krîza Sûriyê li hev bicivin û derbarê tiştên ku em dikarin bînin ser maseyê gotûbêj bikin, tevî mijarên wekî baştirkirina rewşa aborî û yekparçeyiya Sûriyê.