Nûnerê Amerîka yê Sûriyê li Enqerê bi heyeta tirk re rewsa dawî gotûbêj kir

02 December 2020 19:53 0 dîtin
Nûnerê Amerîka yê Sûriyê li Enqerê bi heyeta tirk re rewsa dawî gotûbêj kir

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Karbûbarên Sûriyê Joel D. Rayburn ligel şandeke Amerîkî serdana Tirkiyê kir û bi Berdevkê Serokmariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin re civiya.

Ofîsa Berdevkê Serokomariya Tirkiyê ragihand ku di hevdîtinê de mijarên pirsa Idlibê, krîza Sûriyê, pêvajoya siyasî û karûbarên ji bo nivîsandina destûra bingehîn a Sûriyê û mijara penaber û pirsên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de herdu aliyan tekezî li parastina cihên wekî herêmên ewle hatine destnîşankirin kirin.

Kalin gotiye, dibe krîzên nû bibe sedema pêlên nû yên koçberiyê û daxwaza piştevaniya navdewletî ji bo hewlên Tirkiyê kiriye.

Hat diyarkirin ku herdu aliyan piştevaniya xwe bo aştiya mayînde li Sûriyê û xebatên Komîteya Nivîsandina Destûrê anîn ziman û daxwaz kirin, ji bo hilbijartineke azad û dadmend rewş were xweşkirin û rêya vegera penaberan were başkirin.

Herwiha hat gotin ku Îbrahîm Kalin di civînê de, nerazîbûna Tirkiyê ji bo hevkariyên aborî û leşkerî yên ji aliyê Amerîkayê ve ji bo hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê têne pêşkeşkirin nîşan daye.