Nûnerên Amerîka û Rûsyayê li ser mijara Sûriyê li Cenevê dicivin: Di rojevê de Rojava jî heye

09 November 2021 21:11 0 dîtin
Nûnerên Amerîka û Rûsyayê li ser mijara Sûriyê li Cenevê dicivin: Di rojevê de Rojava jî heye

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hefteya pêşiya me Berpirsê Rojhilata Navîn û Afrîkayê di Konseya Ewlehiyê ya Amerîkayê de Brett McGurk li Cenevê li ser mijara Sûriyê bi berpirsên Rûsyayê re dicive.

Li gorî ragihandina medya erebî, wê hefteya bê li bajarê Swîsre Cenevê McGurk û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînin û nûnerê serokatiya Rûsyayê Aleksander Lavrentiev re civîneke fermî li dar bixin.

 Lî gorî çavkaniyên dîplomatîk civîn beriya nêzîkbûna dema dirêjkirina biryara Neteweyên Yekbûyî ya bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji mexdûrên şerê Sûriyê re pêk tê û herwiha alozbûna rewşa leşkerî ya li Rojavayê Kurdistanê jî mijareke girîng a civînê ye. Çavkaniyan bal kişandiye ser gefên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê dane xuyakirin ku Amerîka naxwaze şerekî nû li herêmê 02   rû bide.

Hêjayî bibîrxistinê ye, rêveberiya Joe Biden ji destpêkê ve bi rêya pêkanîna diyalogeke siyasî bi Rûsyayê re hewl dide Rûsya dirêjkirina biryara alîkariyên mirovî yên “bi rêya sînoran” pesend bike ku dema wê di Tîrmeha borî de bi dawî bûye.

Herwiha ligel lihevkirina di navbera Biden û Pûtîn de li Cenevê di Hezîrana borî de, McGurk, Verşînin û Lavrentiev bi awayekî veşartî li Cenêvê di destpêka Tîrmehê de civiyabûn û li ser reşnivîsa biryareke nû li hev kiribûn, lê heta niha ew biryar nehatiye bicihkirin.