Nûnerê PDKê yê Rûsya: Wê ser ji sedî sed bandorê li Herêma Kurdistanê bike

24 February 2022 16:34 0 dîtin
Nûnerê PDKê yê Rûsya: Wê ser ji sedî sed bandorê li Herêma Kurdistanê bike

PeyamaKurd – Nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê Rûsyayê Dr. Xoşevî Mela Îbrahîm, derbarê şerê Rûsyayê yê dijî Ûkraynayê de nirxandin kirin.

Dr. Îbrahîm bibîrxist ku wê ev şer guherînên mezin li dinyayê çêbike û got: “Wê ev şer bi taybet di warê aborî de bandorê cîhanê bike. Ji sedî sed wê bandorê li ser Herêma Kurdistanê jî bike. Wê bihayê gaz û neftê bilind bibe.”

Nûnerê PDKê ji BasNewsrê re gotiye, panîkeke mezin piştî destwerdana leşkerî ya Rûsyayê çêbûye û wê Pûtîn welatên ku piştevaniya Ûkraynayê dikin jî bike hedefa xwe ku nîşaneyên şerekî demdirêj xuya dikin.

Perwiha Îbrahîm daye zanîn ku ji sedî 55ê gelê Rûsyayê li dijî dagirkirina Ûkraynayê ye, lê ji axaftina Pûtîn a li mala xwe rûnin a bo gelê Ûkraynayê nîyeta Pûtîn a dagirkirinê nîşan dide.