NY bo alîkariya maddî bidin WHO bang li welatên dewlemend kir

11 September 2020 09:32 0 dîtin
NY bo alîkariya maddî bidin WHO bang li welatên dewlemend kir

PeyamaKurd – Ji bo di xebat û lêkolînên çêkirina test, derman û derziyên vîrusa Korona de were bikaranîn, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres do Pêncşemê bang li welatên dewlemend kir, da ku 35 milyar dolar bidin Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO).

Li gor Guterres diyar kir, ger di nav sê mehên pêş de 15 milyar dolar neyê dîtin, ew ê neçar bimînin ku dev ji derfeteke girîng ya pêkanîna lêkolînên pêşketî peydakirin û belavkirina test û dermanên ji bo Korona berdin.

Herwiha Guterres da zanîn, WHO heta niha tenê 3 milyar dolar wergirtiye û ji bo vegerandina normalbûnê ya cîhanî, pêdiviya zêdetir diravî ne.