NY: Talîbanê vaccina felcê (sel) ya zarokan qebûl kir
PeyamaKurd – Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Stpehane Dujarric ragihand ku Talîbanê kirina aşiya felcê ya zarokan li Afxanistanê qebûl kiriye. Dujarric di brîfînga çapemeniyê ya rojane de ragihand ku wê aşiya felca zarokan di 8 ê meha pêşiya me de destpêbike.
Fon a Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Hevgirtî UNICEF û Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê WHO yê ji biryara Talîbanê gelek razîne.
UNICEF ê got ku piştî 3 salan wê aşiya zarokan car din destpêbike û hedefa wan aşikirina 3.3 mîlyon zarokaye.
Nûnerê UNICEF ê yê li Afxanistanê Herve Ludovic de Lys jî got ku ji bo felca zarokan ji holê rabe pêndaveka gelek mezine û hedefa wan ew e ku di welat de her zarokê aşi bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin