Çavusoglu: Me me negotiye em rêveberî û rejîma Talîbanê qebûl dikin

18 August 2021 20:40 0 dîtin
Çavusoglu: Me me negotiye em rêveberî û rejîma Talîbanê qebûl dikin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser gotinên xwe yên li Urdunê ku ji bo hatina ser deshilata Afganistanê ya Talîbanê gotibû, “Em peymanên Talîbanê erênê dibînin” daxuyanî da.

Çavuşoglu piştî bertekên li raya giştî ya Tirkiyê di televizyoneke Tirkiyê de derbarê mijarê de got, wan negotiye ew rêveberî û rejîma Talîbanê qebûl dikin û li ser bertekên wekî; “Tirkiye dewleteke laîk e. Gelo em jî rejîma Talîbanê qebûl dikin?” wiha got:

“Talîbanê gotiye, em destwerdana ti biyaniyekî nakin, her kes dikare li vir bijî, em dest nadin misyonên dîplomatîk jî û dikarin xebatên xwe bidomînin. Peyamên wisa erênî dan. Li balafirgehê jî ti destwerdaneke wan nîne. Me got, em van peyaman bi erênî pêşwazî dikin. Heke na, me negtiye, em awayê rêveberî û rejîma Talîbanê qebûl dikin. Herwiha ligel ku me gotiye, em peyamên wan bi erênî pêşwazî dikin jî me gotiye, divê em di pratîkê de nêzîkatiya wan bibînin.”