Çavusoglu: Em peyamên Talîbanê bi erênî pêswazî dikin
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di serdana xwe ya Urdunê de, derbarê hatina Talîbanê ser deshilata Afganistanê de daxuyanî dan.
Çavuşoglu li ser rewşa dawî got, “Em peyamên ku Talîbanê dane bi erênî pêşwazî dikin.”
Wezîrê Tirk herwiha da zanîn ku ew ligel Amerîkayê di nav hevkariyê de ne û got: “Talîban jî di nav de em bi hemû aliyan re dîyalogê didomînin. Em dixwazin bêjin ku em peyamên ku Talîbanê heta niha dane bi erênî pêşwazî dikin. Wê tehlîye berdewam bikin. Ji bo îstiqrara Afganistanê yek ji welatê serekî yê piştevaniyê dike em in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin