Çavusoglu: Pêwîste Rûsya êrîsên rejîma Sûriyê rawestîne

04 February 2020 15:19 0 dîtin
Çavusoglu: Pêwîste Rûsya êrîsên rejîma Sûriyê rawestîne

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî pêwendiya ligel hemkarê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov derbarê êrîşa hêzên rejîma Sûriyê bi ser leşkerên tirk got ku ji bo êrîşên rejîmê rawestîne kar dikeve ser milê Rûsyayê.

Çavuşoglu got, pêvajoyên Astana û Soçiyê bi temamî ji holê ranebûne, lê êdî şikest xwarine û diyar kir, “Digel Rûsyayê em hewl didin vê bidin rawestandin. Peywireke girîng dikeve ser milê Rûsyayê.”

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandibû ku di êrîşa artêşa Sûriyê de 8 endamên artêşa Tirkiyê hatine kuştin ku di nava wan de 3 kes jî sivîl bûne.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî çûbû ser sînorê Sûriyê û gotibû, wan bersiva êrîşan daye û 54 pêgehên Sûrî kirine armanc ku 76 serbazên Sûriyê hatine bêbandorkirin.

Navenda Lihevhatinê ya Rûsî li Sûriyê jî bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku şeva 2-3yê Sibatê yekîneyên hêzên Tirk bê agahdariya aliyê Rûsî li hundir “herêma kêmkirina aloziyan” li rojavayê Seraqibê geriyane û ji ber wê jî ketine ber êrîşeke artêşa Sûriyê ya li ser terorîstan.