Obama, Donald Trump pîroz kir
PeyamaKurd – Serokê berê Barack Obama ku yek ji mezintirîn piştgirên Kamala Harris e, ji ber serketina Donald Trump a di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de pîrozbahî lê kir.
Obama li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê daxuyaniyek par ve kir.
Obama ji ber serkeftina hilbijartinan Trump û namzedê cîgirê wî Vance pîroz kir û di peyama xwe de ev gotinên jêrîn bi kar anîn:
“Di çend hefteyên dawî de û di roja hilbijartinê de, bi milyonan amerîkiyan dengên xwe bi kar anî. Ne tenê ji bo serok, lê ji bo rêberên di her astê de. Encam derketin, û em dixwazin Serok Trump û Senator Vance ji ber serkeftina wan pîroz bikin.”
Li Amerîkayê di navbera 5-6ê mijdarê de hilbijartinên seroktiyê hatin kirin. Donald Trump ku di hilbijartinan de ji bo serokatiyê têkoşiyabû, serkeftina xwe îlan kir û ragihand ku ew 47emîn serokê welêt e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin