Oleg Levin: “Komara Sûriyê ji Kurd û Ereban pêk tê”
PeyamaKurd- Balyozê Rûsyayê yê Hewlêrê Oleg Levin bo tora medyayî Rûdawê ragihandiye ku divê li Rojavayê Kurdistanê mafên Kurdan parastîbe û civaka Sûriyê ji Kurd û Ereban pêk tê. Levin got; divê Kurd bi zimanê xwe bixwînin û divê di mafên Kurdan de guhertin çêbibe. Her weha li navçeyên Kurdî Ereb jî dijîn û divê mafên wan jî bê parastin. Levin weha got:
“Çareseriya mijara Sûriyê, divê li gor xwestinên gelê Sûriyê bêkirin. Armanc ji gelê Sûriyê Ereb, Kurd û neteweyên din yên biçûk li wir dijîn. Divê bê beşdarbûna aliyên derve be. Alîkariya biyaniyan divê tenê di çarçoveya qanûna navdewletî de be.”
Levin got ku sala borî li Cenewreyê komîteya nivîsandina destûra Sûriyê hat aktîvkirin û naxwaze tenha li rejîma Sûriyê rexne bike, her weha li opozîsyonê jî rexne dike ji ber sedem hene ku bi wan ve girêdayîne. Kurdên Sûriyê jî di vê komîteyê de beşdarin û di encamê de, divê qanûna hilbijartinan bê sererastkirin. Divê heya dawiya salê li Sûriyê hilbijartin bên kirin Hilbijartin a serokatiyê û ya demkî ya parlemanî. Levin weha dewam kir:
“Ev arasteyeke demokratîk e û bê guman mafê Kurdan li Sûriyê heye, mafê wan yê xwendina bi zimanê xwe heye herweha pêwîste guhertin çê bibe. Lê divê guhertin ligel pêkhateya kargêrî li Cizîrê hevseng be, li navçeyên Kurdan divê mafê Ereban jî parastî be yên ku bi xwe jî xelkê resen yên navçeyê ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin