Olîmpiyadên Pekînê bidawî bûn: Norwêc di wergirtina madalyeyan de bû yekemîn

20 February 2022 22:36 0 dîtin
Olîmpiyadên Pekînê bidawî bûn: Norwêc di wergirtina madalyeyan de bû yekemîn

PeyamaKurd – Olîmpiyadên Zivistanê yên li paytexta Çînê Pekînê 4ê Sibata 2022yan dest pê kiribûn, îro 20ê Sibatê bidawî bûn.

Olîmpiyadên Zivistanê yên pêşiya me wê sala 2026an li Îtalyayê bên lidarxistin.

Di olîmpiyadên 2022yan yên Pekînê de, Norwêc bi 16 madalyeyên zêrîn, 8 madaleyên zîvîn û 13 madalyayên bronz bû welatê yekemîn ê serkeftîyê olîmpiyadan.

Tîma Almanyayê jî bi 12 zêr, 10 zîv û 5 madalyeyên bronz bû duyemîn welatê serkeftiyê olîmpiyadan. Welatê Çînê jî bi 9 zêr, 4 zîv û 2 madalyayên bronz pileya sêyemîniyê bi dest xist.

Lîstikên 24emîn Olîmpiyadên Zivistanê 16 rojan dewam kirin.

Di axaftina dawîbûna Olîmpiyadên Pekînê de, Serokê Komîteya Olîmpiyadan a Navdewletî  Thomas Bach ragihand ku piştî 4 salan di sala 2026an de 25. Olîmpiyadên Zivistanê li bajarê Mîlano Cortina yê Îtalyayê têne lidarxistin û banga beşdarbûna wan olîmpiyadan li welatan kir.