Omer Ocalan: Me doh bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Piştî banga Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ya ji bo Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Parlamenterê DEMê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku piştî gelek salan duh weke malbat bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
Biraziyê Abdullah Ocalan Omer Ocalan di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev tişt got:
“Herî dawî di 3ê Adara 2020an de bi Birêz Abdullah Ocalan re rû bi rû hevdîtin pêk hat. Me weke malbat piştî salan di 23ê Cotmeha 2024an de bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir. Em dixwazin ku serdana malbatê ya rûtîn ku mafek qanûnî ye, bêyî ku şert û merc berdewam bikin.”
Omer Ocalan got, "Min di 23ê Cotmehê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ev serdan di çarçoveya hevdîtina malbatê de pêk hat. Di hevdîtinê de birêz Ocalan der barê geşedanên siyasî yên giştî de nirxandinan kir û xwest ku Ji raya giştî re ev peyama: 'Eger şert û merc çêbibin wê ev pêvajo bibe pevçûn û hêza min a teorîk û pratîkî heye ku wê ji zemîna tundiyê derxînim qada hiqûqî û siyasî. Tenduristiya wî baş bû û gelek silav li her kesî kir."
Bi vî awayî piştî 43 mehan yekemîn hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pêk hat.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna Koma Meclisê da wiha got: "Ez bang li kesên ku dibêjin ger serokê terorê nebe tu tişt çênabe; serokê terorê yê ku dema anîn Tirkiyeyê got, ez ji her cure xizmetê re amade me, divê were, tevlî refên DEMê yên Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê bibe, diyar bike ku wî çekan berdaye û biqîre ku rêxistin hatiye hilweşandin. Ger ew vê hişmendiyê nîşan bide, divê rê li ber rêzikên qanûnî yên di derbarê bikaranîna mafê hêviyê de vebe. Em bi biryar in û bi xwe bawer in ku her gavê bavêjin."
Piştî van gotinan hevdîtina Abdullah Ocalan û Omer Ocalan ket rojevê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin