Operasyona DTK yê: 22 parêzer serbest hatin berdan
PeyamaKurd – Îro ber destê sibê bi sedema operasyona DTK yê 101 kes hatibûn binçavkirin ku di nav wan de di 24 kes ji wan pêrêzer bûn. Îşev siet di 21.30 an de 22 parêzer hatin berdan û hêj ji parêzeran 2 parêzerên ku îfadeyên wan temam nebûne, di binçav de mane.
Operasypona ku îro hat kirin li Diyarbekirê, Semsûr û Şirnexê hat kirin. Sendîka an baroya Diyarbekirê ya parêzeran di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha ragihand.
“Hevalên me yên di binçav de bûn 24 kes bûn û ji wan îfadeyê 22 parêzeran hat girtin û di 21.30 an de serbest hatin berdan. Her dû hevalên me yên di binçav de ne em daxwaz dikin ku serbest bên berdan. Hevalên me yên ku destekê dan, hevkariyê kirin û dostên me, em sipasiya wan dikin.”
Li gor rêjeya ku di bin çav de ne, ji 101 kesan hinek ji wan li derveyê Tirkiyê ne. Di nav biryarê de nav hene ku bi Kovid-19 ê ketine û polîs wan nexistiye bin çav. Niha di ser 70 kesan de girtî hene û di bin çav de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin