ORC: Rêjeya dengên AKPê zêdetirî 10 pûanan ketiye
PeyamaKurd - Kompaniya lêkolînên siyasî û civakî li Tirkiyê ORC encamên dawî yên rapirsiya hilbijartinê parve kir ku li gorî encaman rêjeya dengên AKPê zêdetirî 10 pûanan daketiye.
Rêveberê Giştî yê ORC Mehmet Postekî li ser hesabê xwe yê Twitterê encamên rapirsîna dawî şîrove kir û got, kêmbûna dengên AKPê ji 10 pûanan derbas bûye û li ser sedema kêmbûna dengan ku hilbijêr dev ji AKPê berdidin got: “Aborî 5 pûan, rêvebirina xerab: 3 pûan, fikarên derbarê hiqûq, edalet û azadiyê de: bi qasî 2 pûanan deng kêm kirine.”
Mehmet Postekî destnîşankir ku ne mimkune AKPî rêjeya dengên xwe yên berê bidest bixe û diyar kir, heger rewşa aboriyê rast bibe jî û mijarên paşdeçûna demokrasî edaletê rast nebin, AKP dikare herî zêde nîvê dengên xwe yên ku winda kiriye paşde bistîne.
Postekî bibîr xist ku ji ber sedemên aboriyê dengdêran ji AKPê berê xwe didin Partiya Deva û Partiya Pêşerojê ku ji AKPê cuda bûne.
Herwiha Postekî dibêje, yên ji ber mijarên wek hiqûq, edalet û paşdeçûna demokrasiyê ji AKPê veqetiyane jî wê berê xwe bidin CHPê û IYI Partiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin