Özgür Özel: “Abdullah Öcalan ne mecbûre were meclisê”
PeyamaKurd – Serokê CHPê Özgür Özel, li ser êrîşa PKKê ya ser TUSAŞê, pirsên rojnamevanan bersivand û li ser ‘pêvajoya çareseriyê ya nû’ axifî. Li ser gotina serokê MHPê Devlet Bahçeli ku gotibû ‘bila serokê PKKê Abdullah Öcalan were û di grûba DEM Partiyê ya meclisê de bêje ku PKKê fesx kiriye’ Özel got:
“Dikarin derfetê bidin Öcalan û ji ciyê ku lê ye, dikare banga xwe bike. Ne mecbûre îlla were meclisê.”
Özel, îro seredana TUSAŞê kiribû û piştî seredana TUSAŞê pirsên rojnamevanan bersivand. Özel, weha dewam kir:
“Me got em ê ne di nav pêvajoyekî wisa de bin ku em nikaribin li rûyê malbatên şehîdan û xaziya binêrin. Ev zelal e. Em destekê didin aştiyê. Lê yê ku xwest Öcalan were meclisê birêz Bahçeli ye. Divê jê bipirsin. Fikreka me ya weha tine.
Öcalan ne mecbûre were ser kursî biaxife. Dikarin derfetê bidin Öcalan û ji ciyê ku lê ye, dikare banga xwe bike.
Mijarekî weha basît, wê partiyekî cêbkesanî bike û bêje wê CHPê qels bike, bila kes nebe alava leystikekî weha.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin