Özgür Özel li New Yorkê got: “Ez ê herim Fîlîstînê”

25 September 2024 21:00 0 dîtin
Özgür Özel li New Yorkê got: “Ez ê herim Fîlîstînê”

PeyamaKurd – Serokê CHP a Tirkiyê Özgür Özel, li New Yorkê di civîna encumena wezîran ya Enternasyonal a Sosyalîst de axifî û got:

“Dinya têra xwe bertekê nîşanî komkujiyên li Fîlîstînê neda. Bi serokê dewleta Fîlîstînê bi Mehmûd Abbas re di rêya telefonê de axifîm. Min hissên xwe yên hevkariyê bi Abbas re parvekir. Abbas min dawetî Fîlîstînê kir. Di rojên pêşiya me de ez ê seredana Fîlîstînê bikim.

Serokê CHPê Özel, do çû New Yorkê û di heyeta pê re de sekretera giştî yê CHPê Selin Sayek Böke, serokê rêxistina ciwanan Gençosman Killik, ji karên derve berpirs İlhan Uzgel û parlementerê Îstenbolê Namık Tan hene.