Pêla sermayê dê bandorê li Kurdistanê bike
PeyamaKurd – Berdevkê Rêxistina Meteorolojî û Çavdêriya Erdhejê ya Iraqê Amir Cabirî ragihand ku ji îro heta êvara pêncşemê beşeke mezin ji welêt dê di bin bandora pêleke baran û birûskê û barîna berfê de be.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Iraqê, îro hewa wê nîv ewrayî û xwerû ewrayî bibe.
Rêveberiya Keşnasiyê hişyarî da û ragihand ku li Herêma Kurdistanê û navçeyên rojavayê Iraqê îhtimal heye baran bibare.
Li gorî pêşbîniyan, danê êvarê û bi şev jî baran dê li bajarên naverast û başûrê Iraqê bandorê bike û birûsk jî wê vedin.
Tê pêşbînîkirin ku car caran li bajarên naverast û başûrê Iraqê baraneke zêde bibare, herwiha tê pêşbînîkirin ku pileya germê li gorî roja borî hinekî zêde bibe.
Amir Cabirî her wiha got, sibe pêncşemê îhtimala berdewambûna baranê li piraniya bajarên Iraqê heye.
Dê ji aliyê bayî de guhertin çêbibe û ev yek bandorê dê li rojavayê Iraqê jî dike. Leza bayî ku piştî nîvro wê çalak bibe wê bigihêje 60 kîlometre di saetê de, li van deveran tê payîn ku toz û qûm rabe û dîtinê jî 1-2 kîlometre kêm bibe.
Derbarê roja Înê de jî, Emîr Cabirî got, bandora duyem a hewayê dê dest pê bike ku dê bi bermahiyên pêla sermayê û bandora kêmbûna fişara ku ji deryaya sor tê, pêk were û li Herêma Kurdistanê û bajarên rojhilatê Iraqê dê baran bidome.
Derbarê vê mijarê de, Rêveberiya Trafîkê ya Parêzgeha Enbarê rêze tedbîr derxistin û hişyarî da şofêran.
Li ser raporta Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê hişyarî da hemû şofêr û bikarhênerên rêyê û got, dibe ku di rojên pêş de rewşa hewayê bandorê li trafîkê bike û di dema ajotinê de hişyarî bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin