Pêsnûmeya agirbesta bilez bo Xezzeyê hate pejirandin

25 March 2024 18:22 0 dîtin
Pêsnûmeya agirbesta bilez bo Xezzeyê hate pejirandin

PeyamaKurd – Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, pêşniyara agirbesta bilez di meha Remezanê de hate qebûlkirin.

Pêşnûmeya agirbesta Xezzeyê ku ji aliyê endamên demkî yên Civata Asayîşa Navdewletî Cezayir, Ekvator, Guyana, Japonya, Malta, Mozambik, Koreya Başûr, Sierra Leone, Slovenya û Swîsreyê ve hatibû pêşkeşkirin,  li beramber 1 dengê na bi 14 dengên belê hate pejirandin.

Rûsyayê vê carê agirbest veto nekir

Li aliyê din daxwaza Rûsyayê ya li ser peyva lihevkirina ‘agirbesta domdar’ bi peyva ‘agirbesta mayînde’ ji aliyê Amerîkayê ve hate guhertin. Lê belê Rûsyayê ew guherîn vê carê veto nekir û pêşnûmeya agirbestê hate pejirandin.

Piştî êrîşa Hemasê 7ê Cotmehê û êrîşên bênavber ên Îsraîlê, Konseya Ewlekariyê cara duyem e biryara agirbestê qebûl dike.

Di pêşnûmeyê de rewşa mirovî ya xerab li Xeta Xezzeyê hatiye bibîrxistin û fikarên civaka navdewletî hatine diyarkirin.

Herwiha daxwaz hatiye kirin ku hemû alî rêzê li agirbesta meha Remezanê bigrin û digel bêmerc berdana dîlan hewla agirbesta mayînde bidin.