Pakistanê bi balafirên ser êrîsî Afganistanê kir: 9 kustî

18 March 2024 19:04 0 dîtin
Pakistanê bi balafirên ser êrîsî Afganistanê kir: 9 kustî

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Pakistanê bi balafirên şer li ser du bajarên Afganistanê êrîşên asmanî pêk anîn û di encamê de 9 kes hatin kuştin.

Berdevkê Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd ragihand ku balafirên Pakistanê li bajarê Paktîkayê malên sivîlan bombebaran kirine û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Mucahîdî got ku li bajarê Hostê jî êrîşeke asmanî hatiye kirin û di encamê de du jinan jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê Talîbanê êrîş şermezar kir û gef li Pakistanê xwar. Mucahîd got, “Dibe ku encamên van êrîşan yên ku Pakistan nikaribe kontrol bike, pêk were.”

Li aliyê din AFPê bi zarê çavkaniyeke Tevgera Talîbanê ya Pakistanê TTPê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, ragihandiye ku tenê li bajarê Paktîkayê di encama bombebaranê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane ku xaniyek hatiye hedefgirtin û 2 jin û 7 zarok hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye, Pakistanê bi hinceta Talîban a Pakistanê di Nîsana 2022yan de jî êrîşî Afganistanê kiribû û nêzîkî 50 kesî jiyana xwe ji dest dabû.