Papa Francis Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden pîroz kir
PeyamaKurd – Bi rêya telefonê Papa Francis, Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden pîroz kir.
Li gor daxuyaniya tîma Joe Biden, ji ber pîrozkirinê Biden spasiya Papa Francis kiriye û gotiye ew ji ber rêberiya Papa Francis ya bo aştî û lihevkirinê wî teqdîr dike.
Herwiha di daxuyaniyê de tê diyarkirin, Joe Biden ji Papa Francis re daye zanîn, ew dixwaze ser mijarên wek feqîrî, koçberî û guherîna avûhewayê bi wî re hevkariyê bike.
Biden, Katolîkê duyem e ku heta niha di hilbijartinên Seroktiya Amerîka de bi ser ketiye. Di sala 1960î de John F. Kennedy yê Demokrat bi ser ketibû û bûbû Katolîkê pêşî.
Serokê hilbijartî Joe Biden, vê hefteyê bi Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, Serokwezîra Almanya Angela Merkel, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, Serokwezîrê Japonya Yoshihide Suga û Serokomarê Koreya Başûr Moon Jae-in re jî axivî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin